Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî

Pêşbirka Çîrok û Helbestê

Musabeqaya Hîkaye û Şîîre

“bêdengiya dilê xwe bike dengê gelê xwe!” “bêvengîya zerrîya xo bike vengê şarê xo”
15Îlon / Eylül
17–30Temen / Yaş
4Kategorî
8Xelat / Ödül
Berhema xwe bişîne / Eserini gönder tevkomfermi@gmail.com

Armanca pêşbirkê

Silav û hurmet hevalên hêja. Di vê pêşbirkê de armanca me ya sereke ew e ku em bigihêjin hevalên xwe yên ciwan û afirandina bi zimanê kurdî di nav ciwanan de teşwîq bikin. Me sînorê temenî ji ber vê yekê danî.

Sînorê temen: 17 – 30 salî

Em ne li bendê ne ku beşdarên pêşbirkê temenê xwe îspat bikin, herwiha îspat bikin eger berhema ku hatiye şandin ji aliyê wan hatiye nivîsandin. Em bi hunermendên gelê xwe bawer in û nafikirin ku di van aliyan de alozî çêbin.

Qonaxên pêşbirkê

  1. heta 15 îlonŞandina berheman. Her berhem bi hejmarekê tê qeydkirin û wisa ji jurî re tê şandin.
  2. 15 îlon → 10 cotmehNirxandina jurî. Di pêvajoya nirxandinê de jurî navên beşdaran nabîne.
  3. piştî 10 cotmehBernameya belavkirina xelatan. Em ê tarîxa bernameyê di nav meha îlonê de parve bikin.

Kategorî û jurî

Afîşa pêşbirka çîrokê ya kurmancî
Kurmancî

Çîrok

Jurî
  • Sîdar Jîr
  • Fewzî Bîlge
  • Rêbîn Ozmen
  • Habîbe Polattag
Afîşa pêşbirka helbestê ya kurmancî
Kurmancî

Helbest

Jurî
  • Mizgîn Ronak
  • Nûroj Mûnzûr
  • Rênas Jiyan
  • Rêzan Diljen
Afîşa musabeqaya hîkaye ya kirmanckî
Kirmanckî / Zazakî

Çîrok (Hîkaye)

Jurî
  • Murad Canşad
  • Deniz Gündüz
  • Nadire Güntaş
  • Pınar Yıldız
Afîşa musabeqaya şîîre ya kirmanckî
Kirmanckî / Zazakî

Helbest (Şîîr)

Jurî
  • Ömer Barasi
  • Bedriye Topaç
  • İhsan Espar
  • İdris Yazar

4 kategorî × 2 xelat = 8 beşdar dê xelat bistînin

Xelatên pêşbirkê

Ji bo kesên dibin yekem

  • Xelata pereyan
  • Pirtûkên îmzekirî ji juriya me
  • Seteke berfireh a pirtûkên çîrokan/helbestan li gorî kategoriya beşdaran
  • Formaya Amedsporê
  • Plaket
  • Xelatên surprîz

Ji bo kesên dibin duyem

  • Xelata pereyan
  • Pirtûkên îmzekirî ji juriya me
  • Plaket

Hin esasên pêşbirkê

  • Beşdarek dikare ji bo her çar kategoriyan jî tevlî bibe lê ji bo her kategoriyê bi tenê yek berhem tê qebûlkirin. Ango, beşdarek dikare hem helbest hem jî çîrok bişîne, hem bi zazakî/kirmanckî hem jî bi kurmancî berhemên cuda bişîne.
  • Berhemên wergerandî nayên qebûlkirin. Herwiha, beşdarek nikare heman berhemî wergerîne û ji bo du zaravayan bişîne.
  • Berhemên ku di pêşbirkên din de xelat girtine tên qebûlkirin, lê berhemên ku di kovaran de hatine weşandin an jî di pirtûkên çapkirî de cih girtine nayên qebûlkirin.

Şandin û têkilî

Ji bo tevlîbûnê hûn dikarin berhema xwe heta 15ê îlonê bişînin vê adresê:
tevkomfermi@gmail.com

Ji bo pirsan ji Instagram an X-ê peyamê ji me re bişînin: @tevkom_fermi